NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Welatparêz 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî li Küçük Dikili, Dağlıoğlu, Gülbahçesi, Barbaros û çend taxên din ên navçeya Seyhan a Edeney’ê bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Ciwanên Welatparêz li Taxa Yenipazar a navçeya Akdenîz a Mersîn’ê jî bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Pîrozbahiya fîşekên hewayî bi çepik û dirûşmeyan hate lidarxistin.



