HESEKÊ – Li Hesekê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo salvegera Partiya Karkerên Kurdîstan (PKK) konvoyek wesayîtan û şahîyek hatin darxistin.
Ciwanan ji Çarxereya Kevokê heta Çarxereya Cûdî konvoyêk çêkirin. Çalakî bi bilindkirina alên Rêber Apo û alên PKK û bi berzkirina dirûşmeyên şoreşgerî li hemû bajar geriya.
Li Çarxereya Cûdî jî şahiyê bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan axaftinek hat kirin û wiha hat gotin “PKK ne tenê partiyekî, rihê Kemal, Egîd, Mazlûm û Xeyrî ye”.
Şahî bi govend û diruşmeyê “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” bi dawî bû.



