SUWEYDA- Li Siwêdayê, Sûriyeyê, di çarçoveya Roja Tekoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan, 25’ê Mijdarê de, ji aliyê rêxistina ciwanan a Durzî bi navê “Ciwan Dest Pê Dikin” ve komxebatek hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî yên Durzî ên bajêr, ligel ciwanan, beşdarî çalakiyê bûn.
Semînerên ku ji hêla ciwanan ve di komxebatê de hatin pêşkêşkirin, li ser polîtîkayên zordar û qirker ên ku ji hêla HTS (Heyat Tehrîr el-Şam) ve di serî de li dijî jin û civakên Durzî û Elewiyan, û bi giştî jinan têne meşandin, hat axaftin. Axaftvanan girîngiya berxwedana rêxistinkirî li dijî van polîtîkayan tekez kirin. Wan tekez kir ku têkoşîna hevbeş a jin û gelan rêbaza herî bibandor a li dijî hişmendiya cîhadîst e.
Piştî çalakiyê, ciwanan belavok li kolanên bajêr belav kirin da ku hişyariyê li ser girîngiya 25’ê Mijdarê zêde bikin.


