ENQERE – Telefona Mizgîn Ertekîn, ku di wargeha KYK’ê de ji bilindahiyê bi guman ketibû û miribû, ji bo lêkolînê hatiye şandin. Lêpirsîna li ser mirina xwendekara Zanîngeha Hacî Bayram Velî Mizgîn Ertekîn, ku di şert û mercên gumanbar de ji qata çaremîn a Wargeha Keçan a Polatliyê KYK ketibû, berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de, telefona Mizgîn Ertekîn ji aliyê dozgeriyê ve ji bo lêkolînê hatiye desteserkirin. Her wiha hat ragihandin ku dozgeriyê îfadeyên hevalên odeyê yên Mizgîn Ertekîn jî girtine.



