NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara nû ya Lêgerîn, kovareke ciwanan a sê mehan carekê ku bi heşt zimanan tê weşandin, derket. Ev hejmar bi dirûşmeya “Di Mirovbûnê da, di Sosyalîzmê da israrê” bi xwendevanên xwe re hevdîtin dike. Mijara hejmara nû “Sosyalîzm çi ye?”e.
Ev hejmar nîvîsên li ser dîrok û roja îro ya sosyalîzmê û rola jinên ciwan di avakirina civakeke sosyalîst de, hevpeyvînên bi ciwanên ji çar aliyên cîhanê, şahidiyên ji sirgûniya siyasî ya Ugandayî Kemitooma, û nîvîsek ji bo bîranîna Şehîd Emîne Erciyes vedihewîne.
Hûn dikarin bi vê lînkê bigihîjin hemî hejmarên kovara ciwanan a Lêgerîn;
https://www.revistalegerin.com/en



