ŞENGAL- Yekîtîya Jinên Ciwan ên Şengal (YJCŞ) bi boneya 25’ê Mijdarê li Meclîsa Gel a Borik a li Şengal semînerek bi navê “Têkoşînên Jinan li Seranserê Cîhanê” li dar xist. Fîlmek kurt bi navê “Mafên Jinan û Têkoşîna li Dijî Desthilatdariyê” jî di çarçoveya çalakiyê de hate nîşandan.
Di semîner zde li ser şêwazên berxwedanê yên ku jinên li deverên cûda yên cîhanê didin, pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin û aliyên hevpar ên têkoşînên wan ên ji bo azadiyê nîqaş kir. Beşdaran li ser rêbazên ku jinan ji bo têkoşîna li dijî zilma ku ew di warê civakî de pê re rû bi rû dimînin pêşxistine nîqaş kirin.
Nîşandana fîlm bandorek mezin li ser jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiyê bûn kir, bi taybetî bi balkişandina ser mînakên sembolîk ên berxwedanê li dijî desthilatdariya baviksalar.
Nûnerên YJCŞ diyar kirin ku ev çalakiyên ku di 25’ê Mijdarê, Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan de hatine lidarxistin, armanc dikin ku hişmendî, rêxistin û hevgirtina jinan zêde bikin.


