REQA – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist, û mekanîzmayên pêşxistina ciwan û werzîşê li herêmê nîqaş kir.
Hesen Koçer, cîgerê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser, Hevserokên Desteya Ciwanan û Werzîşê, û nûnerên Federasyona Werzîşê û saziyên ciwan û werzîşê yên kantonan beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Hesen Koçer li ser pêşketinên siyasî yên herî dawî yên li herêmê û bandora wan li ser karûbarên ciwanan û werzîşê axivî.
Her wiha, Serokên nivîsgehên Desteyê raporên xwe yên mehane pêşkêş kirin.
Civîn bi bi biriyaran bi dawî bû, di nav de avakirina komînên ciwanan û zêdekirina dersên hişyariyê ji bo kêmkirina belavbûna madeyên hişber û zewaca zarokan.
Ji bilî amadekariyên ji bo forumeke diyaloga ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya ciwanan ji hundir û derveyî welêt, biryar hat dayîn ku festîvaleke werzîşê ya herêmî û turnuvayan werin lidarxistin, di nav wan de: turnuvaya voleybolê ya xortan, turnuvaya basketbolê ya xortan, turnuvaya futbolê ya ciwanan û turnuvaya futbolê ya jinan.
Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya baştirkirina binesaziya werzîşê û misogerkirina berdewamiya çalakiyan di nav dibistan, zanîngeh û civakê de kirin, bi vî rengî piştgiriya ji bo ciwanan zêde bikin û jêhatîyên wan pêşve bibin.
Di dawiya civînê de, Desteya Ciwan û Werzîşê îdaya xwe ya ji bo berdewamiya pêşxistina werzîşê û rakirina astengiyên ku li pêşiya sazî û federasyonên werzîşê yên li herêmê ne, tekez kir.



