KOBANÊ – Bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ciwan û xwendekarên Kobanê şahiyan lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Çelebiyê şahiyekî li darxist. Di serî de berdevkê Ciwanên Şoreşger ê herêma Firatê Şevger Kobanê axivî û vê rojê li Rêber Apo û li şehîdên şoreşê pîroz kir. Şevger diyar kirin ku hebûna kurdan bi saya tekoşîna 47 salî ya PKK çêbû. Her wiha, destnîşankir ku fesihkirina PKK ne dawiyê tekoşîna azadiyê, lê belê destpêkekê nû ye, û ku ewê li gorî ramanên Rêber Apo xebatê xwe xurtir bikin ji bo avakirina civakekî demokratîk.
Piştî wê, endamên saziyên civakî jî axivîn û qala girîngiya vê rojê kirin.
Şahî bi stranên şoreşgerî û bi dîlanên gelerî berdewam bû.
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz danê êvarê li ber avahiya zanîngeha kevn a Kobanê şahiyekî lidarxistin ji bo pîrozkirina 47 salên PKK.
Gelek xwendekaran tevlî şahiyê bûn û bi coş li derdorê agirê govend gerandin.



