NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê bi navê Ehmed El Ebdullah li nêzî saziya ceyranê ya li qada Zehra ya Humsê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.
Ehmed El Ebdullah firoşkarekî alavên elektrîkê ye dema dikana xwe digirt, komeke çekdar ji erebeyek reş peya bû û wî revand.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku erebeya çekdaran, demek berê jî li derdora saziya ceyranê û hin taxên nêzî wê hatibû dîtin.



