MEXMÛR – Çalakiya nobedariyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi biryardarî berdewam dike. Çalakî bi komeke nû ya endamên meclîsa Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) berdewam dike.
Wekî ku tê zanîn, endamên YXA di destpêka vê mehê de çalakiyî girtin ser xwe. Bernameyên çalakvanan nîqaşên li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, semînerên li ser perpektifên Rêber APO ji bo ciwanan û kampê, û çalakiyên çandî û hunerî dihewîne.
Koma nû armancên xwe di daxuyaniyekê de eşkere kir. Daxuyanî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û xwendina navê çalakvan Roj Yıldıztan dest pê kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wekî YXA di serî de hemû şehîdên Şoreşê yên bi bedelên giran û têkoşînekî bê hempa bûne wesîleya ku em deng û dîmenê Rêbertiya xwe bibînin û bibihîsin, bi rêzdarî û bi minet bibîr tinin. Her wiha wekî YXA didin diyar kirin ku her kêliyek yê Rêbertiya me di şert û mercên li Grava Îmraliyê de dîl girtî be li beranberî pergala qirkirin û êşkenceyê wê têkoşîna me bê rawestan berdewam bike.
Weke xwendevanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku Rêbertî wekî zarokên xwe pênase dike, eger em îro dikarin bi çand û zimanê dayîkê xwe perwerde û rêxistin dikin bi rastî û heqîqeta Rêber Apo ya bê rawestan pêkan bû ku em deyndarên wî ne. Li ser vê hîmê wek ciwan û jinên ciwan yên Mexmûrê erk û berpirsyartiyên me yên sereke ewe pêvajoya ku bi manîfestoya aştî û civaka demokratîk destpê kirî weke Rêber Apo di banga xwe de da diyarkirin ku ‘emê xwe bi rêxistin bikin û bi derdora xwe bi rêxisitin kirinê re emê ser bikevin’li ser vî esasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin emê her di nava çalakî û berxwedanê de bin.”
Piştî daxuyaniyê endamên nû yên meclîsa YXA çalakiya nobedê girtin ser xwe. Dewrgirtina nobedê bi sloganan dawî bû.


