QAMIŞLO – Li Qamişlo Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li Zanîngeha Rojava Pirtûkên li xwendekarên zanîngehê belav kirin.
Di çarçoveya perspektîfa Rêber APO “Xwe bi rêxistin bike” xwendekan li Zanîngeha Rojava pirtûkên Rêberê APO, pirtûkên bîranînên gerilla û romanên cuda belav kirin. Standa pirtûkan ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê ve hatibû organîze kirin û pirtûkan bi zimanên Erebî û Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Xwendekarê Zanîngeha Rojava, Sîmav Elî, jî têkildarî belavkirina pirtûkan axivî, spasiya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyêkir û ev bang kir; “Divê xwendekar pirtûkên Rêber APO bixwînin û perspektîfen Rêber APO fêm bikin. Ji bo ku dikarin jiyanek watedar û pîroz bijîn.
Armanca Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz bi lidarxistina vê standa pirtûkan ew e ku çanda xwendinê were berfirehkirin, da ku xwendekarên ku hemû beşen cûda dixwînin, di hemû warên jiyanê de zana bibin. Herwiha, bi gelemperî, ji bo çanda xwendinê pirtûkan di jiyana rojane de xurttir bibe.
Xwendekarên zanîngehê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan û bi gelek pirtûk hatin belav kirin.


