DIHOK – Li taxa Masîkê ya Dihokê, welatiyê bi navê Geljîn Dêwalkî di êrişa çekdarî de hate kuştin.
Li gorî agahiyan, doh derengiya şevê li taxa Masîkê ya ser bi parêzgeha Dihokê ciwanek bi navê Geljîn Dêwalkî hate kuştin.
Hate zanîn Geljîn Dêwalkî birayê parlamenterek YNK’ê ye û ji ber pirsgirêkek civakî hatiye gulebarankirin û kuştin.
Heta niha polîs û aliyên peywendîdar têkildarî buyerê ti daxuyaniyên fermî belavnekirine. Cenazeyê Geljîn Dêwalkî rakirine tiba edlî ya Dihokê.



