NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bartinê (bajarekî nêzîkî Deryaya Reş) komek ji deh faşîstan ji Ülkü Ocakları (Gurên Boz, komeke nijadperest) êrîşî sê xwendekarên zanîngehê kirin. Êrîşkarên faşîst her wiha gef li xwendekarên birîndar xwarin û gotin ku eger ew “çalakiyan xwe bidomînin” we berdewam êrîş bikin.
Li gorî agahiyan, rewşa xwendekarên ku rakirine nexweşxaneyê baş e.
Kolektîvên Xwendekaran diyar kirin ku ew têkoşîna xwe ya diji faşîstan didomin û gotin, “Em ê ne li hember êrîşên çeteyên faşîst û ne jî li hember zextên rektorê dev ji têkoşîna xwe bernedin!”



