Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG-NRÇ nasnameya şehîd Dilzar Rêber Andok eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
04/11/2025 - 11:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG-NRÇ nasnameya şehîd Dilzar Rêber Andok eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – HPG-NRÇ’ê ragihand ku gerîla Dilzar Rêber Andok li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Dilzar Rêber Andok 31’ê Cotmeha 2025’an li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber teqîna roketê şehîd bû. Em hevrêya xwe Dilzar a ku ji ber qezayê şehîd bû bi hurmet bi bîr tînin, di serî de malbata hêja ya hevrêya me sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ye ya şehîd bûye bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilzar Rêber Andok
Nav paşnav: Rojbîn Sonmez
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Menîce-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 31’ê Cotmeha 2025 / Qendîl

Hevrêya me Dilzar li nava malbateke ji çand û kevneşpiya Kurd ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wê Tevgera me zû nas kir. Hevrêya me li bajarekî weke Amedê mezin bû ku welatparêzî lê xurt e û bi saya çanda welatparêziyê û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî bû xwedî kesayetiyeke têgihiştî. Hevrêya me pênc salan çû dibistanên sîstemê û li hemberî kiryarên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk her tim bi baldarî û berpirsyarî tevgeriya. Hevrêya me ku refleksên wê yên civakî xurt bûn, bi bûyerên li derdora xwe eleqedar dibû û ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelekî hez kir ku pêşengî ji şerê li Kurdistanê re dikir. Hevrêya me ku heyrana têkoşîna bê eman a gerîla bû, her nûçeya li ser milîtanên YJA Starê ji nêz ve şopand. Her ku têkoşîna wan jinan didît ku bi felsefeya Apoyî ber bi jiyaneke nû ve gav diavêtin û ji bo azadiya gelê me têdikoşiyan, ji xwe re kir armanc ku rojekê tevlî nava refên gerîla bibe. Têgihişt ku di nava jiyana modernîteya kapîtalîst de jin weke amûreke reklamê û metayekê tê talankirin, lewma kete nava nakokiyan. Ji ber ku ji derdora wê ya nêzîk tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, hevrêya me Dilzar jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me ku zanîbû pîvaneke welatparêziyê xizmeta ji bo gel e, tevlî karên hin yekîneyan bû. Di kar de bi nêzîkatiya xwe ya hesas bal kişand ser xwe. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser Şengal, Başûr û Rojava, dema ku dît gerîla bi berdêlên giran destketiyên gelê me diparêze, xwe xist nava lêpirsînê. Hevrêya me Dilzar baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê ev berxwedana dîrokî û destanî bê mezinkirin û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me ku sala 2015’an ji Amedê beşdarî nava refên gerîla bû, ber bi jiyana azad ve gava destpêkê avêt, ku ji ber xwe re kiribû armanc. Piştî ku demeke kurt li Amedê perwerde dît, hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi rengekî çalak beşdarî nava pratîkê bû. Hevrêya me gihîşt wê şensê ku li Bakur gerîlatiyê bike û li qadeke girîng a weke Amedê bi qasî salekê pratîk kir. Hevrêya me tecrûbeyên xwe yên destpêkê û gelek detayên li ser jiyana gerîla li vê qadê wergirt, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li her cihê ku lê bû bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û moral bû milîtaneke mînak. Ji bo derbasî wan qadan bibe ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî wan kirin, pêşniyar kir. Di demekê de ku heqareteke mezin li jinên Êzidî dihate kirin û destketiyên gelê me di bin êrişên giran de bû, ji bo wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne derbasî herêma Mexmûr-Kerkûkê bû. Li vê derê li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya, ji aliyê leşkerî ve şareza bû û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Bû yek ji wan milîtanan ku ispat kir, li hemberî îradeya Apoyî ya ku hemû êrişên dijmin pûç dike, ti êriş nikare encamê bigire. Hevrêya me piştre derbasî herêma Xakurkê bû û ji xwezaya bêhempa û çiyayên bi heybet ên Xakurkê bi bandor bû. Li vî warê ku fermandara me ya mezin Bêrîtan Hêvî – Gulnaz Karataş lê şehîd bû, bi serbilindî û rûmetdarî gerîlatî kir. Bi sekna xwe ya zelal û hevrêtiya xwe ya kûr a li ser xeta azadiya jinê di her karî de encam bi dest xist. Hevrêya me tevlî perwerdeya dibistana operasyonê bû, tecrûbeyên ku di demeke kurt de bi dest xist bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêya me ku bi biryar bû ku di taktîkên gerîlatiya dema nû de şareza bibe, bi xwesteka xwe ya hînbûnê û morala bilind a di dersan de perwerde bi serketî qedand. Analîzên Rêbertî û materyalên Partiyê yên ku xwend, kir ku bêhtir kûr bibe. Ji xwe re kir armanc ku pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê di kesayetiya xwe de temsîl bike û li ser xeta PAJK’ê gihîşt asteke girîng. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên ku bi fedaîtî li tunelên şer têkoşiyan di her şaneya bedena xwe de hîs kir. Ji bo karibe mîrateya têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye bigihîne serketinê pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe û bi vî rengî helwesta xwe ya li pêşberî pêvajoyê di asta herî bilind de nîşan da.

Hevrêya me Dilzar ku herî dawî li herêma Qendîlê bû, kete dilê hemû hevrêyên xwe û weke gerîlayeke pispor tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi jiyana xwe ya dilnizm, şarezabûna xwe ya leşkerî û sekna xwe ya li ser xeta PKK û PAJK’ê mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Hevrêya me Dilzar 31’ê Cotmeh 2025’an ji ber qezayekê şehîd bû. Em soz didin wê ku ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi serketinê li ba bidin. Weke hevrêyê wê em dibêjin, bi hişmendiya ku hêjayî hevrêya xwe Dilzar û şehîdên xwe hemûyan bibin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Divê pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin

Nivîsa Pêş

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan şehîd Cemşîd Elî Esker bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan şehîd Cemşîd Elî Esker bi bîr anî

Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan şehîd Cemşîd Elî Esker bi bîr anî

Li Dortmundê Şahiya Ciwanan: Azadiya Rêber APO azadiya gelan e!

Li Dortmundê Şahiya Ciwanan: Azadiya Rêber APO azadiya gelan e!

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.