BOCHUM – Li bajarê Bochum ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger gelê Kurdistanê û dostên enternasyonalîst hevbeş Roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyaniyek pîroz kirin.
Çalakî bi nirxandin û daxuyaniyên li ser Rojava û Kobanê destpê kir. Komên enternasyonalîst berxwedana di Roja Kobanê ya Cîhanê de silav kirin û bal kişandin ser têkoşîna bêhempa ya ku tê meşandin.
Piştî daxuyaniyan helbestên ji aliyê gelê Kurdistanê ve li ser Rojava û Kobanê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.


