NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Ciwan ê Wargeha Ş.Rustem Cudî ya li Mexmûr Şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta xwe de hate bi bîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Pîştre li ser jiyan û tekoşîna şehîdan, ciwanèn wargehè hêst û fikrên xwe anîn liser ziman.
Di bîranînê da endama Meclîsa Jinên Ciwan Kajîn Ozek axivî wiha got: “Heval Berîtan li beramberî îxanet, dagirkerî û teslîmîyetê bu sembola jina azad ya têkoşer. Heval Berîtan taybet ji bo jinèn ciwan ê Kurdistanè nîşan da kû jîyan ya ewê li welatekî azad de were jîyankirin an jî ewê bi teslîmîyet û bindestîyê neye qebûl kirin. Li ser vî esasî em Heval Berîtan di salvegera şehadeta wî de bibîrtînin û soza şopandina xeyal û armancê wî didin.”
Piştî axaftina bîranîn bi temaşekirina filma Bêrîtan kû bi alîyê Ş. Halil Dağ ve hatibû kişandin dawî bû.



