CENEVRE – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Qada Mont-Blanc a kantona Cenevre ya Swîsreyê ji bo Meşa Kolnê ya mezin ku dê di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin standek danîn.
Ciwanan, bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser standê poster û broşûrên li ser meşê belav kirin.
Serhat Polat, li ser navê TCŞê axivî û got, “Dîroka têkoşîna 52 salan a Rêber Apo ne tenê çîroka berxwedanê ye, lê ya ji nû ve zayîna gel e.”
Wî wiha domand:
“Wekî tevgereke ciwanan a şoreşger, em Rêber APO, afirînerê jiyana azad û rastiyê, bi rêzdarî û mînnetdarî bi bîr tînin.
Rastiya rêbertiyê, ku 27 salan bi îradeyek, ked û berxwedanek mezin gel û ciwanan di rêya azadiyê de biriye, îro careke din rêya me ronî dike. Dîroka têkoşîna 52 salan a Rêber Apo ne tenê çîrokeke berxwedanê ye, lê ya ji nû ve zayîna gel e. Ev çîrok di her nifşî de ji nû ve hatiye nivîsandin û tevî her cûre êrîşan ji nû ve zindî dibe. Ji ber ku dema rastî di hişmendiya gel û dilê ciwanan de kok digire, veger tune. Îro, ciwan hilgirên wê rastiyê ne. Wekî ciwanek rêxistinkirî, hişmend û bi biryar li dijî tarîtiya zilm, înkar û teslîmbûnê, em ê di her aliyê jiyanê de berxwedana Rêberê xwe bişopînin. Ji bo me, şoreş ne tenê armanc e; ew jiyan bi xwe ye. Bi vê boneyê, em bang li hemî gelê xwe yê welatparêz, ciwanên xwe yên Kurd û enternasyonalîst û her kesê ku li dora paradîgmaya Rêber Apo rêxistin bûye û ramanên Rêber Apo dişopîne dikin, ku beşdarî meşa Kolnê bibin. Em ê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin.
8’ê Mijdarê ev meşa rastiyê ye. Ev meş bangek e ku xeta rastiyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatî afirandin bi enerjiya ciwanan re yek bike. Ji ber vê yekê, 8’ê Mijdarê ne tenê meşek e; ew tevgerek berxwedanê ye, bangek ji bo ji nû ve zayînê ye. Divê her ciwanek di vê meşê de jiyana xwe, îradeya xwe û pêşeroja xwe bi xwe ava bike. Em careke din ji çapemeniyê û raya giştî re radigihînin ku têkoşîna me dê bi biryardariyek mezin berdewam bike heta ku rêberê me azad bibe.”



