AMED – Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya meşa Amedê di bin dirûşmeya “Bi reberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” hedef girt, herî kêm 8 ciwan hatin binçavkirin.
Platforma Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk di 18ê Cotmehê de li Amed bi dirûşmeya “Bi reberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” meşek li dar xist. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya, ku duh beşdarî Civîna Ewlehiyê ya Parêzgeha Amedê bû, daxuyaniyên hedefgirtî li ser ciwanên ku beşdarî meşê bûne da. Piştî van gotinan, îro sibê gelek navnîşan hatin serdegirtin. Piştî lêgerînan, herî kêm heşt ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina ciwanan ji ber qedexeya serdana parêzeran nehat zanîn.



