NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Wanê, beriya “Meşa Azadiyê” ya Ciwanan ji Amed heta Bursayê, ku dê di 18’ê Cotmehê de pêk were, li taxa Düzyolê kampanyayek rêxistinkirinê li dar xist. Ciwan derî bi derî geriyan û bang li niştecihên taxê û ciwanan kirin ku tevlî meşê bibin.
Bi meşa 18’ê Cotmehê re, ciwan armanc dikin ku daxwaza xwe ya azadiya Rêber APO û hevgirtinê bînin ziman.
Platforma Ciwanên Welatparêz ew ê di 17’ê Cotmehê de li Amed û Bursayê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azadiyê re Ber bi Jiyana Azad re” meşek li dar bixin.



