HESEKÊ– Xelkê Hesekê, ji bo protestokirina biryara Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya ji bo rakirina Cejna Newrozê û cejna Xiristiyanan ji pîrozbahiyên fermî, li ber avahiya şaredariyê xwepêşandanek berfireh li dar xistin.
Di xwepêşandanê de agirê sembolîk ê Cejnan Newrrozê hate pêxistin, ku civakên Siryanî, Ermenî, Kurd û Ereb anî cem hev. Piştre, komên folklorê yên Suryaniyan lîstokên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin.
Afîşek ku gotina Rêber Apo, “Civak Bê Paarastin Nabe” li qada çalakiyê hate daliqandin. Bi vê dirûşmeyê, beşdaran îradeya kolektîf a gel ji bo berxwedan û xweparastinê tekez kirin.
Di tevahiya xwepêşandanê de, gel ne tenê qedexeyên cejnan, lê di heman demê de zexta li ser nasnameyên çandî jî şermezar kirin. Çalakiyê 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bi bîr anî.
Di demekê de ku pîrozbahî bi dîlanên pir reng berdewam kir, li qada xwepêşandanê peyamên yekîtî, hevgirtin û jiyana azad derketin pêş.


