STENBOL – Îro girseyek ji bo şermezarkirina salvegera komployê li ber Yenikapı Marmaray kom bû, bi niyeta meşê ber bi Saraçhaneyê ve bimeşin. Piştî destpêkirina meşê, kom ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Girseya ku demek dirêj di bin astengkirinê de ma, bi qîrîna dirûşmeyan xwepêşandanê berdewam kir. Di dema mudaxeleyê de pevçûn derket û tê gotin ku hin xwepêşander hatin darbkirin.
Ciwanên ku beşdarî meşê bûn, ji bo piştgiriya Rojava dirûşme qîr kirin. Meclîsa Jinên Ciwan a Dem posterê Rêber APO vekir û pankartek bi nivîsa “Ciwanên Apoyî dê Komployê Bişkînin” hilgirt.
Astengkirina polîsan berdewam dike.



