NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî (9 Cotmeh 1998) a li dijî Rêber APO daketin qadan.
Meşa ji bajarê Til Birakê ji çerxerêya bajar, ya li Hesekê ji Çerxerêya Sînalko, ya Dirbêsiyê ji Çerxerêya Zevîn, ya Til Temirê bi beşdariya şêniyên Zirganê ji naverasta bajar, meşa li Holê ji pêşiya avahiya PYD’ê, ya Şedadê jî bi beşdariya şêniyên Erîşa û Mergedayê ji naverasta Şedadê, meşa Amûdê ji pêşiya Çerxerêya Jina Azad dest pê kir. Her wiha meşa Girkê Legê ji Çerxerêya Şehîd Xebat, ya Til Hemîsê ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê, meşa Dêrikê ji Qada Azadî, meşa Tirbespiyê jî ji pêşiya Benzînxaneya Şadî û ya Qamişloyê ji pêşiya Çerxerêya Sonî dest pê kir.
Li bajarê Tebqayê jî bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên wê meşa şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê dest pê kir.
Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Tirkmen bi bilindkirina wêneyên Rêber APO û partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan û saziyên sivîl beşdarî meşan bûne.
Di meşan de dirûşmên şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO tên berzkirin.



