DIRBESIYÊ- Di çarçoveya kampanyaya “Kom Be” de, ku ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dirbesiyê ve bi dirûşmeya “Rêhevaltiya Komînalist bi Rêber APO re Bijî!” hatiye destpêkirin, salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi meşeke meşaleyî hate şermezarkirin.
Ji bilî jinên ciwan, gelek ciwan û xelkê Dirbesiyê beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de, beşdaran dirûşmeyên wekî “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Be Serok Jiyan Nabe” qîr kirin.
Di dawiya çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û bal kişand ser berxwedana berdewam a jin û ciwanan li dijî şerên li cîhanê û herêmê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “paradigmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan” a Rêber APO û Manîfestoya wî ya Aştî û Demokratîk rêya pêşveçûnê di vê têkoşînê de nîşan dide. Her wiha diyar kir ku “27 salên esaretê ne bûne sedema têkçûnê, bûne sedema pêvajoyeke nû ya berxwedana civakî.”
Meş bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.


