RIHA- Meşa ku ji Amed heta Enqerê bi şîara “Em bi Hêviyê Ber bi Azadiyê Ve Dimeşin” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dest pê kir, gihîşt Amarayê.
Di meşa ku ji hêla TJA ve hatî organîzekirin de, jin bi qîrîna sloganên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” û “Azad bike Rêbertî” ber bi Amarayê ve meşiyan. Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên Partiya DEMê jî bi awayekî çalak beşdarî meşê bûn.
Li Amarayê, pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî” û “Dem hatiye ku bi rihê berxwedanê li dijî zîhniyeta komployê ber bi serketinê ve birevin” li ber mala ku Rêber Apo lê ji dayik bûye ji aliyê jinên ciwn hatin daliqandin.
Jinan li wir daxuyaniyekê çapemeniyê li dar xistin.
Di daxuyaniyê de tekez kir ku têkoşîna azadiyê dê di bin pêşengiya jinan de berfireh bibe û meş dê li bajarên din jî berdewam bike.
Hûrguliyên wê piştre werin…


