HESEKE – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi şoreşa gelan ku di sala 2012 de dest pê kir, jin rolekî pêşeng lîstin. Jin di hemû warên leşkerî, civakî, çandî, hûnerî û werzîşî li beramberî paşverûtiya zilmkar derketin û îradeya xwe îspat kirin. Gelek tîmên fûtbol ên jin jî hatin avakirin li bajarên herêmê.
Li Heseke, heya niha tîmekî tenê ya fûtbol a jinên ciwan hatiye ava kirin, di sala 2019 de. Ji ber nebûna tîmên din ên jinan, tîma jinên ciwan li beramberî tîmên xortan dilîzin.
Elende, ji bajarê Serêkaniyê, di sala 2022 tevlî komê bû. Elende diyar kir ku hinek kes qebûl nedikirin ku jin di nava fûtbolê de cihê xwe bigirin, lê belê baweriya wê heye ku jin dikare her tiştî bike.
Şana ji Zirganê jî di sala 2022 tevlî tîmê futbolê bû. da diyar kirin ku tîm di dest pê kê de zehmetî kişand ji bo komkirina lîstîkvanên jin, lê belê bi demê re tîm mezin bû.



