REQA – Maçekî dostane ya basketbol di navbera tîma jinên ciwan a Reqa û tîma jinên ciwan a Kobanê ji aliyê Yekîtiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê hat lidarxistin. Maç bi serkeftina tîma Kobanê bi encamê 12-7 bi dawî bû.
Ev maç di çarçoveya amadekariyên her du tîman de ji bo Şampiyoniya Basketbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, da ku asta jinên ciwan di lîstikê de pêş bixe, rola werzîşa jinan wekî platformek ji bo xwe-pejirandinê xurt bike, û hebûna jinan di werzîş û civakê de zêde bike.
Di maçê de wêneyên şehîdên pêşeng ên ciwanan hatin hildan.



