PARÎS – Ciwanên Kurdistaniyen Fransa (CKF) di çarçoveya Pêngava 15’ê Tebaxê û Cejna Vejînê de li Villers-le-Bel meşek li dar xistin.
Ciwanan bi dirûşme û marşên berxwedanê meş li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Şehîd Evîn Goyî bi dawî kirin. Li vir di şexsê Fermandar Egîd, Ş. Koçero Riha, Ş. Nûredîn Sofî û Ş. Bahtiyar Gabar ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyekê rêzgirtin hat girtin.
Piştre axaftineke kurt a nirxandinê hate kirin û piştre jî metnek ku wateya dîrokî ya 15’ê Tebaxê û fedekariya şehîdên pêşeng hate vegotin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.



