NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK WAN 15’ê Tebaxê, Roja sembola vejîna gelê Kurd, bi meşale, fîşekên hewayî û meşekê pîroz kirin.
Der barê çalakiyê de ev daxuyanî hat dayîn:
“15’ê Tebaxê, ku xalek werçerxê di têkoşîna dîrokî ya gelê me de ye, destanek nûjen e. Bê guman, afirînerên vê destanê şehîdên me yên qehreman in. Erka bingehîn a ciwanên Kurd ên welatparêz e ku rastiya şehîdan çêtir fam bikin, têkoşînê berfireh bikin û bibin parêzvanên herî bênavber ên nirxên ku ji hêla vê rastiyê ve hatine afirandin.
Li ser vê bingehê, em careke din bang li ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku vê mîrateya dîrokî hembêz bikin, hişmendiya xwe ya parastina xwe pêşve bibin û beşdarî pêvajoya Aşiti û Civaka Demokratîk bibin ku ji hêla Rêber APO ve bi ruhê 15’ê Tebaxê hatiye destpêkirin.”



