HESEKE – Bi boneya salvegera 41’emîn a 15’ê Tebaxê, roja çalakiya yekemîn a gerîla azadiya Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta Tirk bi pêşengtiya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz), li hemû Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê pîroz kirin. Li Baxçeya 4’ê Nîsanê jî, bi tevlîbûna hezaran şêniyan, şahiyekî hat li darxistin.
Ciwanên ku beşdarî şahiyê bûn hestên xwe beramberî vê rojê anîn ser ziman.
Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, axaftinên li ser girîngiya Pengava 15’ê Tebaxê û bandorê wê heya roja îro hatin kirin. Her wiha, helbestên li ser Cejna Vejînê jî hatin gotin.
Piştî wê komên hûnerî, di serî de Koma û Aycan Kobanê stranên xwe pêşkêşkirin. Şahî bi govend û dîlan berdewam bû.



