MEXMÛR – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan, ji bo salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê meşek meşaleyî hate lidarxistin. Meşa ku bi dirûşmeya “Em ê bi ruhê Cejna Vejînê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bidomînin” hate organîzekirin, nîşan da ku ruhê vejîn û têkoşînê tê parastin.
Meşa ku hejmareke mezin ji niştecihên kampê kişand, ber Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Girseyê meşa xwe di nav taxên cûda yên kampê de domand, di tevahiya meşê de bi dirûşmeyan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin. Girse dîsa li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bû, li wir ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek bêdengî hat girtin.
Piştî vê yekê, Kajîn Ozek, endamê Tevgera Ciwanan, axaftinekê pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya dîrokî û civakî ya 15’ê Tebaxê. Piştî vê yekê, endamek Tevgera Jinên Ciwan nirxandina Rêber Apo ya ji bo ciwanan xwend.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Ciwanên Fedayê Rêber Apo ne” bi dawî bû.


