Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’

Edîtor: Nucan Serdoz
14/08/2025 - 18:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan li merasîma salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê axivî û destnîşan kir ku tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêvajoya aştî û civaka demokratîk dikare temam bibe.

Bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan, Zozan Çewlîk, Sedat û gelek gerîla tevlî bûn.

Mûrat Karayilan li merasîmê axivî, Pêngava 15’ê Tebaxê weke ‘Serhildana li dijî mêtingerî û koletiyê’ pênase kir û anî ziman ku aliyên îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî yên vê pêngavê jinûve vejîna gelê Kurd pêk anî.

Karayilan bangên dîrokî yên 27’ê Sibatê û 19’ê Hezîranê yên Rêber Apo bi bîr xist û anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi gavên yek alî nikare bi ser bikeve. Karayilan got, “Gerîla ne tenê ji bo xwe derket serê çiyê. Heta ku mîmarê aştî û xwişk-biratiya gelan Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe. Gerîla wê dest ji çekê berde, vegere lê belê Rêber Apo wê li Îmraliyê bimîne? Ev yek nayê qebûlkirin.”

Karayilan komîsyona ku li parlamenta Tirkiyeyê ava bû weke gaveke girîng nirxand û anî ziman, eger qanûnên cihê baweriyê bêna derxistin wê PKK di avakirina komara demokratîk de erk û wezîfeyên xwe hemûyan bi cih bîne.

Axaftina Karayilan bi vî rengî ye:

“Hevrêyên hêja, gelê me yê welatparêz!

Cejna Vejînê li we hemûyan pîroz be.

Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê li Rêber Apo pîroz be. Em silav, hurmet û dilsoziya xwe pêşkêş dikin. Cejna Vejînê li gelê me, li gelên herêmê, li dostên gelê me, li dayikên şehîdan, li malbatên şehîdan, li hevrêyan hemûyan û li xebatkaran pîroz be.

Di şexsê fermandarê nemir Egîd-Mahsûm Korkmaz, hevrê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa, Delal Amed û Zîlan de şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin, em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînin. Em soza ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Di heman demê de şehîdên meha Tebaxê hemûyan di şexsê şoreşgerê hêja fermandar Zekî Şengalî, Atakan Mahîr û Rêzan Cawid de bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Em ji bo şehîdên xwe yên leheng hemûyan dibêjin; Ey şehîd bila ruhê we şad be, ala we, wê timî bê bilindkirin û doza we, wê teqez bi ser bikeve!

Hevrêyên hêja, gelê me yê welatparêz!

Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de mîladek e. Şikandina zincîrên koletiyê ye. Serhildana li dijî koletî û mêtingeriyê ye. Di tarîtiya wê demê de rabûneke bi vî rengî ya dîrokî, di nava civaka Kurdistanê de rê li ber guherîn û veguherînên cidî vekir. Pêngav dibe ku bi çalakiyeke çekdarî destpê kir, lê belê ne tenê leşkerî bû. Aliyên xwe yên îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî hebûn. Civak li cewhera xwe vegeriya, li xwe pirsiya. Bi vî rengî di nava xwe de şoreşa fikrî, şoreşa civakî, şoreşa çandî û şoreşa jinê pêk anî. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê me veguherî pêvajoya jinûve avakirina xwe. Vejîn bi vî rengî pêk hat. Bi vî rengî veguherî şoreşa vejîn, hebûn û azadiyê. Vê pêngava dîrokî di nava gelê Kurdistanê de ruhekî neteweyî afirand. Li Kurdistanê û herêmê ala azadî û demokrasiyê bilind kir. Ji ber vê yekê rojeke dîrokî ye û ji aliyê gelê me ve divê timî bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin.

Gelê me yê hêja, hevrêyên bi rûmet!

Weke ku tê zanîn bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re pêvajoya me derbasî nava pêvajoyeke nû bû. Em dilsozê biryarên Kongreya PKK’ê ya 12’emîn in. Di heman demê de dilsozê banga 19’ê Hezîranê ya Rêber Apo ne. Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Lê belê kevoka aştiyê bi baskekî nikare bifire. Ji bo kevok karibe bifire pêwîstî bi du baskan heye. Sedema tevlîbûna hemû hevalên beşdarî nava refên gerîla bû azadiya Rêber Apo ye, ev yek heqîqetek e. Bêguman entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê girîng in. Lê belê eger tenê weke çekdanîn û qanûnên vegera gerîla bê nirxandin wê kêm bimîne. Gerîla vê yekê bi vî rengî qebûl nake. Gerîla ne tenê ji bo xwe derketiye serê çiyê. Beriya her tiştî divê mîmarê aştiyê, mîmarê xwişk-biratiya gelan Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Ji bo derxistina vê qanûnê divê li ser bisekinin. Eger welê nebe, nayê qebûlkirin. Ev gotin ne tenê ya fermandar û rêveberan e. Ev gotin gotina hevpar a hemû şervan û gerîla ne. Wê ji bo gerîla qanûn bê derxistin, gerîla dest ji çekê berde, bi rengekî azad veger û Rêber Apo li Îmraliyê girtî bimîne! Ev yek nayê qebûlkirin!

Mijareke din jî meseleya baweriyê ye. Afirandina baweriyê ye. Divê pêwîstiya vê yekê bê dîtin. Niha li parlamenta Tirkiyeyê komîsyon hatiye avakirin, bêguman ev yek gaveke girîng e. Divê rayedarên dewleta Tirk vê heqîqetê li ber çavan bigirin. Eger di vê dema dîrokî de di vê mijarê de bi rastî jî gav bê avêtin, pirsgirêka kurd a sed salî ya bingehîn bê çareserkirin wê di navbera gelên Kurd û Tirk de xwişk-biratiyeke rasteqîn pêk were. Çareseriya esasî ya pirsgirêkê û pêşvebirina aştiay mayinde, di vê mijarê de pêwîste nêzîkatiyên têrker bêne nîşandan. Em bi rengekî stratejîk nêzî vê xusûsê dibin. Bi me re nêzîkatiya taktîkî û hîle nîne. Em ji dil ji Rêber Apo bawer dikin, em ji dil û stratejîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Bêguman em ê tedbîrên xwe werbigirin, lê belê nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Eger yên li hemberî me jî bi vî rengî nêzîk bibin, baweriyê bidin, qanûnên cihê baweriyê amade bikin, hingî em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji bo li Tirkiyeyê komareke demokratîk ava bibe em ê wezîfeyên xwe hemûyan pêk bînin. Em ê tevlî komara demokratîk bibin.

Hevalên hêja, gelê me yê bi rûmet!

Em bi ruhê aştî û civaka demokratîk salvegera 41’emîn  Pêngava 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Ev yek pêngavek e. Pêngava aştî û civaka demokratîk e. Bi vî ruhî em 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Bêguman ev yek encamek e, destpêkek nupî nû ye. Li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê em dest bi dema nû dikin. Em bawer dikin ku bi vê pêngava Rêber Apo re wê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pêşketinên girîng pêk werin. Di çarçoveya modernîteya demokratîk de, têkoşîna neteweya demokratîk û sosyalîzma civaka demokratîk wê li her derê hîn mezin û xurt bibe. Wê rêya Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk vebe, xurt bibe.

Ev yek di heman demê de zemîna mezinkirina yekîtiya neteweyî û doza azadiyê ya li Kurdistanê ye. Lewma Rêber Apo ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Em banga Rêber Apo dubare dikin. Di vê dema dîrokî de divê em yekîtiya neteweyî ya Kurdan biafirînin. Divê em vê demê bi yekîtiya demokratîk û neteweyî tacîdar bikin. Ev yek bendewarî û hêviya gelê me ye. Di heman demê de li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk a bi gelên cîran re em ê aştî û xwişk-biratiya rasteqîn biafirînin.

15’ê Tebaxê encamên bi vî rengî yên girîng afirandiye. Li ser vê bingehê, li ser bingeha neteweya demokratîk divê em stratejiya siyaseta demokratîk a nû bi ser bixînin. Ji bo vê jî ruhê 15’ê Tebaxê divê. Ruhê 15’ê Tebaxê ruhê serketinê ye, fedakarî ye. Di vê demê de pêwîstî bi vî ruhî heye. Divê gelê me, welatparêz hemû vê demê bi vî rengî binirxînin û tevlî bibin.

Em li ser vê bingehê careke din Cejna Vejînê li we hemûyan pîroz dikin, di têkoşîna demê de serketinê dixwazin û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Bijî, bijî ruhê 15’ê Tebaxê!

Bijî, bijî Serok Apo!

Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok!

Bê Serok jiyan nabe!

Şehîd namirin!

Jin, Jiyan, Azadî!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqqayê ji bo Ciwanan Dewreya Çakkirina Telefonan Hate Destpêkirin

Nivîsa Pêş

Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Qamîşloyê bi Coş û Heyecanê Hat Pîrozkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Qamîşloyê bi Coş û Heyecanê Hat Pîrozkirin

Salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Qamîşloyê bi Coş û Heyecanê Hat Pîrozkirin

Yekîneyên YCWK Êlih û Stenbolê Pêngava 15’ê Tebaxê Pîroz Kirin

Yekîneyên YCWK Êlih û Stenbolê Pêngava 15'ê Tebaxê Pîroz Kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.