WAN – Li Wanê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya DEMê, di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, festîvalek hat lidarxistin.
Çalakî li taxa Xacort a Wanê hat lidarxistin, ji aliyê xelkê Wanê, bi taybetî ji aliyê ciwanan ve, eleqeyek mezin kişand. Di seranserê festîvalê de, girîngiya aştî û civaka demokratîk hat tekez kirin û beşdaran peyamên li ser pêwîstiya piştgiriya vê pêvajoyê ragihandin.
Ciwanan gelek caran dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” gotin û di tevahiya çalakiyê de posterên Rêber Apo hatin gerandin. Festîval bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne dest pê kir û bi gerandina govendan bi dawî bû.
Çalakî girîngiya parastina pêvajoya aştî û civaka demokratîk dubare kir.


