NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê di çarçoveya pêvajoyê de komxebatek li dar bixe, bi şîara “Em bi ruhê hevaltiya komunal xwe rêxistin dikin, em azad dibin.”
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê dê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk komxebatek li dar bixe, bi şîara “Em bi ruhê hevaltiya komunal xwe rêxistin dikin, em azad dibin.” Komxebat dê roja Yekşemê, 10’ê Tebaxê, li Navenda Çand û Hunerê ya Yılmaz Mızrak li Maltepe were lidarxistin.
Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medyaya dijital derbarê komxebatê de ev tişt parve kir: “Ji bo ku yekîtiya axaftin û çalakiyê bêtir pêş bixin, û sosyalîzm eslê xwe yê rastîn bibîne, kûrkirina têgihîştina me ya sosyalîzmê û rêxistinkirin erkên me yên sereke di vê pêvajoyê de ne.”
Her wiha di postê de bang li ciwanan hat kirin ku beşdar bibin.



