HESEKE – Li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Heseke şehîd Waed Xelûf, endama Yekîtiya Jinên Ciwan, û her wiha, 4 şehîdên YPG û YPJ hatin bibîranîn.
Nêzî 100 kes beşdarî merasîmê bîranînê bûn.
Malbatên şehîdan, endamên tevgera ciwanan û gelê welatparêz wêneyên şehîdan hildan û serdana gorên şehîdan kirin. Li wir, mûm hatin vêxistin û Yekîtiya Jinên Ciwan wêneyekî şehîd Waed diyarî malbata wê kir.
Li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bîranîna şehîd Waed Xelûf û Vejîn Jiyan ku di 27’ê Tîrmehê 2023’an di encama erîşekî dewleta Tirk de şehîd bûn, çalakî tên lidarxistin.



