NAVENDA NÛÇEYAN – Wêneyên pêşîn ji merasîma şewitandina çekan li ser Chanel 8 hatin parvekirin.
Merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk saet di 11:25ê sibehê de bi dema Kurdistanê dest pê kir û saet di 11:45ê sibehê de bi dawî bû.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, Nedim Seven, Tekoşîn Ozan û Tekîn Muş jî di nav Koma Aştî û Civaka Demokratîk de bûn.
Besê Hozat û Nedim Seven di pêşengiya komek ji 30 gerîlayan, 15 jin û 15 mêran de bûn.