TEBQA – Li “Parka 10’ê Gulanê” a li Tebqayê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve kampanyayekî paqijkirina xevbeş hate lidarxistin. Armanca kampanyayê pêşxistina hişmendiya jîngehê û hesta berpirsiyariya civakî di nav ciwanan de ye.
Desteya Ciwan û Werzîşê, Encumena Werzîşê û bi dehan ciwan beşdarî kampanyayê bûn. Paqijkirin ji bo berhevkirina bermayiyan, paqijkirina hawirdor û zêdekirina qadên kesk û rêkxistina rêyên parkê hatin kirin. Ev kampanya armanc dike ku civakê li ser girîngiya parastina paqijiyê hişyar bike.
Berpirsiyarên kampanyayê tekez kirin ku armanc pêşxistina çanda xebatê hevbeş û parastina saziyên gel wekî beşek ji berpirsiyariya civakî ye. Wan destnîşan kir ku park ji bo şêniyên bajêr dergehek girîng e û divê paqij û xweşik were parastin.
Hejmarek beşdaran kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna di kampanyayê de anîn ziman û amadebûna xwe ya beşdarbûna di kampanyayên bi vî rengî de di pêşerojê de piştrast kirin.
Ev înîsiyatîf beşek ji rêzeçalakiyên ku ji hêla Navenda Çalakiyên Ciwanan a Tebqayê ve têne meşandin e, ku armanc dikin di ciwanan de hesta aîdiyetê û welatparezî pêş bixin.