MELUN- Di binpêşengtiya endamên ciwan ên Ciwanên Kurdistanên Fransa (CKF) de meşek hate lidarxistin. Beşderwan li ber Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a li herêma Melun a Fransayê hatin cem hev.
Berî meşê, ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek bêdengî hate girtin. Meşa ku ji ber komeleya Melun dest pê kir û heta Qada Place-Saint-Jean berdewam kir, wiha hate gotin: “Wekî ciwanên welatparêz ên Kurdistanê, me di 27ê Sibatê de guh da banga Rêber APO, û em ê li her deverê ku em lê bin, perwerde û atolyeyên dijwar li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk a rêbertiyê bikin. Di vê pêvajoyê de, berpirsiyariyek mezin li ser milê me ciwanan e. Divê em Rêber APO rast fam bikin û tiştê ku em fam dikin di pratîka xwe de wekî çalakî bicîh bînin. Ji bilî vê yekê, tenê tiştê ku em dikarin bikin rêxistin û rêxistinkirin e.”
Li ser vê bingehê, ciwanên CKF, ku banga xwe ji hemû ciwanên Kurd re anîn ziman, û wiha got “Wekî ku Rêber APO got, werin, “Birêxistin bibin û Birêxistin bikin”. Werin em hemû bi hev re têkoşîna xwe ji bo avakirina modernîteya demokratîk bi pêvajoya nû mezin bikin.”
Piştî bangê, çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan Fedaî Rêber Apo ne” bi dawî bû.