NAVENDA NUÇEYAN- Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Tebqayê, ji bo bilindkirina hişyariya civakî, piştgiriya tenduristiay derûnî û sînordarkirian rewşên xwekuştinê, bi taybet di nava ciwanan de, semînerek da.
Semînera li hola Meclisa Gelan a Tebqayê bi dirûşma “Tu ne bi tenî yî, bi hev re li dijî xwekuştinê”, bi beşdariya nûnerên Desteya Ciwanan û Werzîşê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî û meclisên sivîl, hat dayîn.
Hevseroka Nivîsgeha Lêkolînan a Desteya Ciwanan û Werzîşê Losîn Ebdullah li ser mijara yekê ya bi navê “çima mirov digihîje asta xwekuştinê?” axivî. Losîn got: “Bi giştî xwekuştin, di encama kombûna êş û zehmetiyên derûnî, civakî û hebûnî de, ku şexs nikare derbirîne yan jî piştgiriyek guncaw wergire ku vê yekê derbas bike, pêk tê.”
Losîn Ebdullah diyar kir ku şer û aloziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin ev diyarde mezintir bibe bi taybetî di nav jin û ciwanan de.
Di mijara duyemîn de Losîn Ebdullah li ser sedemên xwekuştinê axivî. Losîn destnîşan kir ku ji wan sedemên derûnî hene weke depresyon û stres, sedemên civakî jî hene weke tenêtî û biçûkxistin, li kêlek van sedeman jî yên çandî hene ku bandora derdorê li kes dike.
Mijara sêyemîn û çaremîn ji hêla hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan Mihemed Silêman ve hat birêvebirin. El Silêman bi awayekî zanistî û hûrgilî behsa sedemên derûnî û civakî yên xwekuştinê kiri û têkiliya di navbera hilweşîna derûnî û nebûna piştgiriya civakî de kir.
Piştre beşdaran di nîqaşan de bal kişand ser bandora şerê taybet li ser ciwanan nexasim bi rêya madeyên hişbir û teknolojiyê, îzolebûna civakî.
Di dawiya semînerê de hat gotin ku pêwîst e çalakiyên hişyarî û hişmendiyê, çalakiyên werzîşî û çandî yên ku aîdiyetê û hişmendiya derûnî û civakî li gel ciwanan geş dikin, werin lidarxistin.
Çavkanî: ANHA