HELEB- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê di çarçoveya Pêngava ji Rêber APO Azadî de pêşangehek li dar xistin. Çalakî bi dirûşmeya “Em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina civakek demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber APO xurttir bikin” hate organîzekirin. Pêşangehê eleqeyek mezin ji ciwan û gelê Helebê kişand.
Berî destpêkirina çalakiyê, ji bo hemû şehîdan deqeyek bêdengî hate girtin. Piştre, Zeyneb Îbrahîm li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftinek kir û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, ew ê dev ji têkoşînê bernedin.
Roja yekem a pêşangehê dê li herêma Eşrefiye ya Baxçeyê Îstikame hat lidarxistin, roja duyem jî dê li Şehmaxsud Şarki were lidarxistin û dê li herêma Cebanet Talit a Helebê bi dawî bibe.