HELEB – Bi boneya nêzîkbûna salvegera 29’emîn a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Helebê meşek li dar xistin.
Meş li taxa Şêxmeqsûdê bi dirûşma “Zîlan Xwedawenda me ye..Sosyalîzm jiyana me ye” pêk hat.
Girse ji pêşiya Hola Civînan a 8’ê Adarê ber bi herêma Cebanat ve meşiyan. Di meşê de meşale, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û daxwaza azadiya Rêber APO hatin berzkirin.
Meş li çerxêrya Rêber APO ya li beşa rojhilatê Şêxmeqsûdê sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Hisên axivî. Nûjiyan hin gotinên şehîd Zîlan vegot û bi bîr xist ku şehîd Zîlan li hemberî hewldana qetilkirina Rêber APO çalakiya fedaî kir.
Nûjiyan anî ziman ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe îdeolojîk Tevgera Rizgariya Kurdistanê asteke bilind û Rêber APO wê bi navê “Manîfesto” pênase kir.
Nûjiyan di dawiya axaftina xwe de got, mîsyona ciwanan ew e ku pîvanên azadî, edalet û wekheviyê fêm bikin û li tevahiya cîhanê belav bikin.
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber APO û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.
Têkoşer Zîlan (Zeyenb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an li hemberî hewldana qetilkirina Rêber APO ku 6’ê Gulana heman salê de li Şamê hatibû kirin, çalakiyek fedaî li Dêrsimê li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dar xist.