NAVENDA NÛÇEYAN –Em ji we re rêya ji Derîkê heya Endiwarê, gundekê li ser sînora ava Dicle parve dikin. Gundê Endiwarê gundekê kevinar li Derîkê û tam jorî ava Dicle yê. Li kelêkê vê Cizîra Botan, çiyayê Cûdî û çiyayê Gabarê xuya dike. Di milekê din de Çiyayê Bêxêr ya Başûrê Kurdistanê xuya dike. Gundê Endiwarê tam di sêgoşeya welatê Kurdîstanê de ye. Ji ber ku li vederê Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê digihişin hevdû. Niha ji ber di milê Bakûrê Kurdistanê de Dewleta Tirk a dagirker û di milê Başûr de jî Iraq û PDK sînor danîne û diwar lêkirine kesên ku mirovên hevdû an jî cîranê hevdû ne ji hevdû hatine qûtkirin.Heviya gel ewe ku di pêvajoya aşitî û civaka demokratîk de sînorên ku ji aliyê hêzen dagirker hatine danîn werin rakirin. Gel dixwaze bi rehetî giştî parçeyên Kurdîstanê bibîne û di her bajarekê welatê xwe de azad bijî û jiyan bike.