NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Efrînê yê dagirkirî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hec Hisnî yê bajarê Cindirêsê ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo qetil kir.
Çavkaniyan da zanîn ku Mistefa Şêxo (18) ku karê parastina tabloyên enerjiya tavê dikir, di saetên derengiya şevê de ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin.