CENEVRE – Ciwanên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ser gelê Kurd têkoşîna xwe li her qadê mezin dikin. Di vê çarçoveyê de, li bajarê Vernier ê kantona Cenevreyê di bin pêşengiya Ciwanan de turnuvayek futbolê hat lidarxistin.
Turnuvaya futbolê, ku cara yekem li Cenevreyê tê lidarxistin û ji bo bîranîna Endamê Konseya Rêveber a PKKê Şehîd Ali Haydar Kaytan û fermandarê PKKê Riza Altun, bi beşdariya 15 tîmên ji kantonên Cenevre, Lozan û Aarauyê berdewam dike.
Piştî seknandina deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Derwêş Qerejdax bang li ciwanan kir ku têbikoşin:
“Her maç têkoşînek e. Her ciwanek ku li pey topê dibeze leşkerek e ku ji bo azadiya gelê xwe xwê dide. Wedere Ne tenê futbol li ser vê qadê tê lîstin; xeta azadiyê ya Rêber tê jiyan kirin.”
Tûrnûva bi dirûşmeya “Beşdarî turnuvayê bibe, xwe rêxistin bike” hatiye organîzekirin. Stadyuma fûtbolê bi posterên şehîdan hatine xemilandin.
Komîteya amadekar tekez kir ku turnuva ne tenê maçek futbolê ye ji bo ciwanan; ew di heman demê de qadeke ku têkiliya rasterast bi jiyana şoreşgerî re tê avakirin e:
“Jiyana azad ne tenê bi axaftinê, lê di heman demê de bi çalakî û helwesta rêxistinkirî jî tê avakirin. Ev turnuva têkoşînê ciwanan nîşan dide.”