MEXMÛR- 2’yemîn Pêşbirka Lîstikên Kurdî li Mexmûrê di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
2’yemîn Pêşbirka Lîstikên Kurdî, ku di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê, Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê de ku bi gel re hate lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi coş û moralek mezin bi dawî bû.
Di roja duyemîn a pêşbirkê de, zarok, ciwan û saziyên bi komî lîstikên wekî kişandina xalat û destmalê lîstin.
Di dawiya pêşbirkê de, diyarî dan komên serketî.