NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku du ciwanên Murşidî ji aliyê çekdaran ve li bajarê Humsê hatin kuştin, bi hezaran welatî daketin kolanan.
Îro piştî nîvro li Taxa El Lîloz a Humsê û bajarokê Xesaniyê di heman demê de xwepêşandan pêk hatin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatine belavkirin, ciwanên bi navê Hadî Muhammed Qasim û Muhammed Velîd Dervîş di êrîşeke çekdarî de li ser nivîsgeha belavkirinê ya bi navê “Empêran” a ku lê dixebitin, bûn hedef. Êrîşkar ketin nivîsgeha li Taxa Edwîyye, eşyayên di hundir de wêran kirin û motorsîklet, laptopek û hinek pere dizîn. Cenazeyên ciwanan di heman rojê de li pişt navendeke bijîşkî li taxa Xalidiyê hatin dîtin û birin Nexweşxaneya El-Zehra.
Piştî bûyerê, endamên civaka Murşîdî bang li rayedarên Humsê kirin ku tavilê nasnameya sûcdaran eşkere bikin û wan radestî dadgehê bikin. Çalakvanan banga parastina civakê kirin û bal kişandin ser zext û êrîşên zêde yên li ser welatiyên baweriya Murşîdî.
Di mehên dawî de, endamên civaka Murşîdî ji bo protestokirina zextên li ser navendên olî li herêmên cuda gelek xwepêşandan li dar xistine.
Li gorî daneyên SOHR, ji hilweşîna rejîma Baasê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de herî kêm 60 kesên baweriya Murşîdî hatine kuştin.