NAVENDA NUÇEYAN- Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Reqayê, bi boneya çilrojiya şehadeta endama tevgerê Diyala Mihemed Silêman li salona Navenda Çandê ya bajêr merasîmeke bîranînê li dar xist.
Di merasîmê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Wefa Jinan, endamên tevgerê yên kantonên Cizîrê û Kobanê û nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Perwerdeyê ya kantonê beşdar bûn.
Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd Diyala û tevgerên jinan re xwest.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Osman jî bal kişand ser helwestên şoreşgerî û îradeya şehîd Diyala ya berxwedanê.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Itab El Dêf axivî û destnîşan kir ku ew ne tenê hunermendek bû, lê şoreşgerek bû ku berxwedan di hemû xebatên xwe de nîşan dida.
Di çalakiyê de her wiha sînevîzyona der barê jiyana şehîd Diyala de hate pêşandan û koma Hilala Zêrîn û hunermend Xemîs Tiima stran pêşkêş kirin.