Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sabrî Ok: Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin!

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2025 - 11:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Sabrî Ok: Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- PKK’ê beriya çend rojan ragihand ku kongreya xwe ya 12’êmîn di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xistiye û encamname û biryarên kongreyê jî 12’ê Gulanê ji raya giştî re eşkere kir. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di kongreyê de nêrînên xwe parve kir û di destpêka axaftina xwe de di şexsê ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di kongreyê de ev nirxandin kir:

‘TU RABE HEMÛ TECRÛBEYÊN DÎROKÎ YÊN CÎHANÊ BIDE SER HEV, NÎVÊ PKK’Ê NAKE’

“Li ser fesixkirina PKK’ê, mirov xwe xemgîn nebîne. Rêber Apo kêfxweşiya vê jiyan kir. Ji xwe bawer e, ji tiştên ku dixwaze bi pêş bixîne bawer e û ji bo wê gotiye ‘Ew îradeya min e, ew berpirsyartiya min e, kî çi dibêje bila bibêje PKK wê bê fesixkirin, xilas’. Em vê jî fêhm dikin. Hevalan jî anîn ziman, dîroka me 52 sal ku têra cîhanê dike. Wexta ku em ê çawa şer bikin, çawa xwe bi rêxistin bikin, me dîroka şerê cîhanê dixwend. Yek û yek. Lê belê hemûyan bide ser hevdu nîvê PKK’ê nakin. Me tiştekî bi vî rengî da mirovahiyê, da cîhanê. Erê, ew nirx in, ne tenê ji bo me, ji bo mirovahiyê wê her hebin. Hevalan jî anîn ziman, PKK ruhek e, exlaqek e, jiyanek e berî her tiştî Rêber Apo ye. Em timî dibêjin, Apocî ne. Xilas. Hemû Rêber wisa ne. Pêxember wisa ne. Sed salan, hezar salan carekê mirovên bi vî rengî, rêberên bi vî rengî têne cîhanê.

DIVÊ EM RUHÊ CIVAKA DEMOKRATÎK FÊHM BIKIN Û BIBIN BERSIV

Dûre têne naskirin. 50 sal derbas dibin encax kêm zêde rastiya wî tê fêhmkirin. Lê belê em îdîa dikin, ne ti pêxember, ne ti rêber nekarîn weke Rêber Apo xwe bi mirovahiyê bide naskirin, di hundirê 10 salan, 20 salan. Bi vî rengî ye. Û Rêber Apo pêşiya xwe dît. Ê erê, di sedsala 20’emîn de heta sedsala 21’emîn sala 2025 li cîhanê yek tevger weke PKK’ê li ber xwe da, têkoşîn kir. Sedsala 20’emîn a 21’emîn paradîgma hatiye guhertin, dinya hatiye guhertin. Rêber Apo dixwaze tiştekî nû bide destpêkirin. Çi ye? Civaka demokratîk, yekîtiya demokratîk. Ew jî li gorî rewşa cîhanê, demê û pêvajoyê ye. Ruhê vê çi ye, em fêhm bikin, li gorî wê bibin bersiv.

DIVÊ EM SÎSTEMA FIKRÎ YA STRATEJÎK A RÊBER APO BIJÎN

Weke PKK me ji her kesî zêdetir digot dewleta serbixwe. Her wiha me digot, dewleta yekbûyî, Kurdistana yekbûyî. Niha Rêber Apo dixwaze bi paradîgmaya nû çar parçeyên Kurdistanê neteweya Kurd, azadiya gelê Kurd bigihîne hevdu. Ne weke dema ku me netewe dewlet ji xwe re kir armanc. Yanî her tişt li gorî demê navekî dide, her navek jî wateyek wî heye. Sosyalîzma civaka demokratîk. Ev gotinên Rêber Apo ne. Berî wî kesî ev bi kar neanîne. Ev nû ne. Ne tenê Tirkiye, Bakur an jî çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê pênaseyên nû ne. Marksîzm nîqaş kir, li şûna wê divê çi bê danîn. Kûrahiya ku Rêber Apo jiyan dike, dixwaze bi me bide jiyankirin, ev fikrandina stratejîk a Rêber Apo divê em bi vî rengî bibînin, bijîn, xwe nas bikin.

LI GEL ME HÊZEKE SÊYEMÎN NÎNE KU DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DE BIBE NAVBEYNKAR

Em dikarin yên bi înîsiyatîf, îrade û mejiyê me ve girêdayî bikin. Lê belê hinek tişt li derveyî me ne. Eger dewleta Tirkiyeyê israr bike, şer li ser me ferz bike, wê bike. Ew jî ihtimaleke, ew jî mumkun e. Divê mirov rewşa heyî hemûyî bide ber çavan. Dema ku mirov bala xwe didin ser zimanê wan, ne tenê hesasiyeta civaka Tirkiyeyê, ziman di heman demê de nîşaneya mejî ye.

Ji destpêka PKK’ê ve ev yek timî hatiye gotin. Dagirkeriya Tirkiyeyê û rewşa Kurdistanê li cîhanê mînakeke xwe nîne. Bi rastî jî nîne. Şêwazê çareserkirina pirsgirêkê jî ne weke ya cîhanê ye.

Felsefekarek, yan jî zanyarek dibêje, pirsgirêkên bi vî rengî ku şer bên çareserkirin, ti mînaka wê weke ya navbera PKK’ê û dewleta Tirk li cîhanê nîne. Çima? Muhaqaq di vê pêvajoyê de hêzeke sêyemîn hebûye. Her tim bûye. Lê belê di ya me de nîne. Serokatî zane çima nîne.

JI XWE BAWER BIKIN

Dewleta Tirk dewleteke wisa ye. Pêş ve diçe naçe, paşve diçe naçe. Ji bo me hemûyan, erkê me hemûyan ku bi moraleke bilind û mezin, bi hezkirineke xurt, bi zanebûneke bilind têkevin pêvajoya nû. Ji xwe bawer bin, ji Rêber Apo bawer bin. Lê em vê jî zanibin. Em di nava şer de ne. Yanî kengî çi biqewime ne diyar e. Refleksê me jî jiyana me jî hewldanên me jî divê li gorî vê be. Em vê jî ji destê xwe bernedin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Panela “Em ê bi hişmendiya siyasî ya ciwanan pêşerojê ava bikin” li Reqayê

Nivîsa Pêş

Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

Li Wanê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun çalakiya bîranînê hat lidarxistin

Li Wanê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun çalakiya bîranînê hat lidarxistin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.