Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Manşet

“Her kêliya PKK’ê bi zor û zehmetî, bi têkoşînê û afirandinê hate bidestxistin”

Edîtor: Nucan Serdoz
12/05/2025 - 17:27
di nav Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
“Her kêliya PKK’ê bi zor û zehmetî, bi têkoşînê û afirandinê hate bidestxistin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, “Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin.”

Nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a têkildarî şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi vî rengî ye:

“Ev kongreya me -ku Rêber Apo bi şênberî dibêje- wê ji aliyê rêxistinî ve bibe kongreya dawî ya PKK’ê. Di kongreyeke me ya bi vî rengî de em şehadeta du hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, du hevrêyên hêja yên damezrîner ên partiya me radigihînin.

Hemû hevrê van hevalan nas dikin. Raya giştî wan nas dike. Gelê me, jin û ciwan wan gelekî baş nas dikin.

HEVALÊ FÛAT YEK JI HEVALÊN DESTPÊKÊ YÊN RÊBER APO YE

Hevalê me Fûat yek ji hevrêyên destpêkê yê Rêber Apo ye. Weke hevalên Hakî û Kemal. Hevrêyek bû ku beşdarî civîna li Bendava Çûbûkê bû ku hîmên rêxistinî yên partiya me lê hate danîn û heta şehadate xwe karê xwe yê rêxistinî dewam kir.

Dilsoziya bê dawî ya tevlîbûna li rastiya Rêber Apo temsîl dike. Bi têkoşîna pratîkî ya demdirêj û şehadeta xwe re ev rastî ispat kir. Bi rengê herî baş nîşanî me hemûyan da ku rastiya Apoyî çawa têk naçe, civakîbûneke çawa ya rast temsîl dike. Di nava van şert û mercên gelekî zehmet û tevlîhev de, di demekê de ku hem ji hundir hem jî ji derve êrîş li ser rastiya Rêbertî û xeta têkoşînê hate kirin, her tim bêteredût li gel rastiya Rêbertî sekinî, li ser bingeha xeta Rêbertî helwest nîşan da û têkoşîn meşand.

Bi hemû hêz û hunera xwe giranî da ser rêxistinî, perwerde û têkoşîna me ya partiyê. Keda wî li ser me hemûyan mezin e. Ji aliyê hişmendiya teorîk ve, ji aliyê hesta şoreşgerî welatparêz ve, ji aliyê karên pratîkî, berxwedêrî, wêrekî û fedakarî ve her tim bû xwedî helwsteke perwerdekar û pêşeng. Em hemû şahidê vê yekê ne. Hest û fikrê xwe li her qadê bi rê û rêbazên cuda anî ziman. Ez nabêjim tevkariyeke gelekî mezin li wêjeye partiya me kir, bi Rêber Apo re ev yek da destpêkirin û bi pêş ve bir. Niha li ser bingeha van em dibihîzin, fêhm dikin, dixwînin, dinivîsînin, dibin xwedî moral, helbestan, stranan dibêjin. Ev hemû bi destpêkeke bi vî rengî bû, yek ji hevalên ku zehmetiyên destpêkê kişand hevalê Fûat li gel Rêber Apo bû.

Careke din bi hurmet û hezkirineke kûr bi bîr tînim.

HEVALÊ RIZA NÛNERÊ KESAYETIYA KEMAL PÎR BÛ

Hemû heval, hevalê Riza nas dikin. Di dema koma destpêkê de ji Enqereyê tevlî bû, di nava komê de cih girt, di pêşvebirina tevgerê û avakirina xeta çalakiyê de tevkariyeke mezin li xurtbûna têkoşîn û rêxistinê kir.

Çawa ku hevalê Fûat hewl da bibe ruh, hişmendî û hestê têkoşîna rêbertî û di vir de bû xwedî cihekî gelekî girîng… hevalê Riza jî ji aliyê gelek hevalan ve nehate naskirin. Gelek hevalan ew bi rastî nas kir. Nizanim bibêjim ku her kesî hevalê Riza nas kir.

Me qala kesayetiya milîtan a rasteqîn, şoreşgerî û kesayetiya Kemal Pîr kir. Nûnerê duyemîn ê kesayetiya Kemal Pîr bû. Di nava şert û mercên herî zehmet ên xeta çalakiyê ya têkoşîna me de, li cihê ku nepêkane dihate gotin, li hemberî her cûre dijminê paşverû bi wêrekî û fedakarî, bi rêbaza afirîner û jîrbûyînê tevkariyeke mezin di afirandina xeta çalakiyê ya PKK’ê de kir.

Piştre ket girtîgehê. Li girtîgehê xwend, lêkolîn kir. Hişmendiya xwe ya teorîk hîn xurt kir. Hunera xwe ya rêveberiya rêxistinî bi pêş ve bir. Têgihiştina xwe ya siyasî zêde kir. Ji karên rêxistinî polîtîk heta bi karên dîplomasiyê, tevlî gelek wezîfeyên cuda bû. Lê belê di nava partiyê de wezîfeya destpêkê ya fermî ya hevalê Riza di rêxistinkirina Komîteya Navendî de ya piştî Kongreya Yekemîn, endametiya Komîteya Leşkerî ya Navendî bû. Alîkarê hevalê Mehmet Karasûngûr bû ku weke fermandarê komîteya navendî hate wezîfedarkirin. Di amadekirin û birêxistinkirina berxwedana Sêweregê de li gel hevrê Mehmet Karasûngûr li refên herî pêş wezîfe kir, kedeke mezin da û tevkarî kir. Di nava şerekî bi vî rengî de dîl kete destê dijmin.

Divê ev yek bê zanîn, ev taybetmendiyên kesayetiyê weke kesayetiya Kemal bê lêkolîn û fêhmkirin. Li ser vê bingehê careke din şehîd hevrê Riza bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim.

Rêber Apo timî ev yek got. Her kêliya PKK’ê bi zor û zehmetî, bi têkoşînê û afirandinê hate bidestxistin. Ti tişt ji ber xwe ve pêk nehat, bi rêbazeke hêsan nehat afirandin. Bi van zor û zehmetiyan, bi astengiyan têkoşîn ji rêzê nebû. Rêber Apo got, ‘Weke meşa li ser pişta kêrê ye’. Di vê meşê de hinek birîndar bûn, hinekan xwîn rijand. Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin.

Ti tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan yên Helebê rojek xwendinê ya hevbeş li dar xistin

Nivîsa Pêş

Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

Li Ranyayê jinên ciwan berhemên xwe pêşkeşkirin

Li Ranyayê jinên ciwan berhemên xwe pêşkeşkirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.