REQA- ji aliyê endamên Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Şerq a li Reqayê vePêşbirka Helbestan hate lidarxistin.
Hejmareke mezin ji xwendekaran beşdarî pêşbirka ku li qeraxên Çemê Firatê hat lidarxistin bûn. Beriya merasîmê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek bêdengî hat girtin.
Paşê, xwendekar yek bi yek derketin ser dikê û helbestên xwe xwendin. Paşê, ji bo her helbesteke ku hatiye nivîsandin ji aliyê endamên juriyê ve puan hatin dayîn. Di dawiya rojê de, diyarî li xwendekarên serketî hatin belavkirin.
Koma şanoyê ya ji aliyê zarokên şehîdan ve hatiye avakirin jî di bernameyê de performans pêşkêş kir. Zarokan bi lîstikên xwe reng û coş li şahiyê zêde kirin.
Bername bi girtina bi govendan bi dawî bû.