NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran Ciwanên Endonezya û Papûaya Rojava kooperatîfa fêkî û sebzeyan birêxistin kirin.
Bi îdeolojiya Rêber APO ciwanên Endonezyayê di warê aborî de jî xwe birêxistin dikin. Ji bo we KMP2 (Ciwanên Papûa yên Pêşverû) li ser fikrên siyasî-aborî yên Rêber APO dewreyek perwerdeyê ya sê rojan li dar xistin. Ji bo 1ê Gulanê beşdarî we dewreye ji bo piştgirîkirina şert û mercên karkerên cotkaran sebzeyên bêpere li karkeran belavkirin.
Belavkirina xwarinê (fêkî û sebzeyan) bi rêya kooperatîfek rêxistinkirî destpêka projeyek ciwanan KMP2 ye. Armanc hişyarkirina şert û mercên xebata cotkaran, mafê gihandina xwarinên ji bo hemû astên civakê û avakirina kanalên belavkirinê xwarin.